Hey lê çûka serê darê
Te xwe daye li quntarê
Çi digerî vê buharê
Te li ku wenda kirye yarê
Çi digerî li wan milan
Tu dixwînî wek bilbilan
Dil jê girtî êþê dilan
Te li ku wenda kirye yarê
Wekî kurka li ser çûkan
Wek dayika ser sêvîkan
Mihacir bû li ber tirkan
Te li ku wenda kirye yarê
Mizgîna Çeleng
Keça dilþewat, daket nav civat
Destpêkir xebat, xebata zêrîn
Þêra me Kurdan silav da Tetwan
Tevî hevalan dikir tekoþin
Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng
Xwediyê nav û deng: Gurbet Aydin
Di vê biharê daket kenarê
Yanzde Gulanê rojek pir bêtî
Þera me Kurdan silav da Tetwan
Tevî hevalan dikir tekoþin
Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng
Xwediyê nav û deng: Gurbet Aydin
Gulle diavêtin pêsîra dujmin
Komên faþistan berjor difirîn
Þêra me Kurdan silav da Tetwan
Tevî hevalan dikir tekoþin
Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng
Xwediyê nav û deng: Gurbet Aydin
Hewlêr
Hewlêr lorîka dayîkan
Hewlêr qîrîna zarokan
Hewlêr kilê çawên bûkan
Hewlêr bi xwîna þehîdan
Te navê xwe kir berxwedan
Hewlêr Hewlêr
Agirê serhildan e qelayê berxwedan e
Hêlîna þehîdan e Hewlêr
Hêlîna Egîdan e Hewlêr
Hewlêr ji nû ve dayik bû
Hewlêr bi pêt û agir bû
Agirê dilê xortan, nav mirinê kir jîyan
Hewlêr
Agirê dilê keçan nav mirinê kir jîyan
Hewlêr
Hewlêr namîne wek caran
Wê bibe gora xayinan
Bi xwîna Helîn û Salihan
Geþ dibin çîçek û sorgulan
Hewlêr Hewlêr
Agirê serhildan e qelayê berxwedan e
Helîna þehîdan e Hewlêr
Helîna Egîdan e Hewlêr
Payîz e
Payîz e ew dema çû
Ber zivistan derd giran bû
Çendîn bihar wê bihar wê derbas bû
Çendîn havîn wê derbas bûn
Agirê dilêm derman nebû
Kela þînê, derya jînê
Ez kuþtim ax wê evînê
Payîz e mij û dûman
Berx ketiye sofra guran
Çendîn deman, çendîn salan
Her mane li cîh û waran
Em mane bin cîh û waran
Kela þînê, derya jînê
Ez kuþtim ax wê evînê
Þêr e
Þêr e, Þêr e, Þêr e...
Çi jin e yan çi mêr e
Çûye nav bajêr e
Evîna min jê re
Mêr e...
Ew bûye Þoreþger e
Mêr e, Mêr e, Mêr e...
Di dest de tewr û bêr e
Çûye gundê jêr e
Kama dilê min bi wê re
Mêr e...
Ew hemî Þoreþger e
Ew doza Kurdistan
Qet nîne rawestan
Welatê serbestan
Ji jor we heta jêr e
Þêr e, Þêr e, Þêr e...
Çi jin e yan çi mêr e
Ser banîka
Keçik dîbûm li banîka
Xezal dîbûm li banîka
Enya gewher, enya zirav
Tunçkê enyê bin þewqê ra
De bila bîra te were
Çawa ez û tu l’ser banîka
Em dilîstin ser xanîka
Derd û kulê me giran e
Welatê me bin destan e
Heta azadiyê em nebînin
Li xwe nakin kincê bûk zavan e
De bila bîra te were
Çawa ez û tu l’ser banîka
Em dilîstin ser xanîka
ALÝNTÝDÝR ... SPS