Hewlêr lorîka dayîkan
Hewlêr qîrîna zarokan
Hewlêr kilê çawên bûkan
Hewlêr bi xwîna şehîdan
Te navê xwe kir berxwedan
Hewlêr hewlêr
Agirê serhildan e qelayê berxwedan e
Hêlîna şehîdan e hewlêr
Hêlîna egîdan e hewlêr
Hewlêr ji nû ve dayik bû
Hewlêr bi pêt û agir bû
Agirê dilê xortan, nav mirinê kir jîyan
Hewlêr
Agirê dilê keçan nav mirinê kir jîyan
Hewlêr
Hewlêr namîne wek caran
Wê bibe gora xayinan
Bi xwîna helîn û salihan
Geş dibin çîçek û sorgulan
Hewlêr hewlêr
Agirê serhildan e qelayê berxwedan e
Helîna şehîdan e hewlêr
Helîna egîdan e hewlêr