HewaL RojéK Té
Would you like to react to this message? Create an account in a few clicks or log in to continue.

HewaL RojéK Té

HewaL RojéK Té
 
AnasayfaKapı*GaleriLatest imagesKayıt OlGiriş yap
Giriş yap
Kullanıcı Adı:
Şifre:
Beni hatırla: 
:: Şifremi unuttum
Arama
 
 

Sonuç :
 
Rechercher çıkıntı araştırma
En iyi yollayıcılar
Admin
serhadoo Vote_lcapserhadoo I_voting_barserhadoo Vote_rcap 
v3d4
serhadoo Vote_lcapserhadoo I_voting_barserhadoo Vote_rcap 
bay_golge
serhadoo Vote_lcapserhadoo I_voting_barserhadoo Vote_rcap 
oramar
serhadoo Vote_lcapserhadoo I_voting_barserhadoo Vote_rcap 
dewran.65
serhadoo Vote_lcapserhadoo I_voting_barserhadoo Vote_rcap 
denge_devrim
serhadoo Vote_lcapserhadoo I_voting_barserhadoo Vote_rcap 
yesil
serhadoo Vote_lcapserhadoo I_voting_barserhadoo Vote_rcap 
kenjansasu
serhadoo Vote_lcapserhadoo I_voting_barserhadoo Vote_rcap 
PrEnSeS
serhadoo Vote_lcapserhadoo I_voting_barserhadoo Vote_rcap 
GanqStA
serhadoo Vote_lcapserhadoo I_voting_barserhadoo Vote_rcap 
Kimler hatta?
Toplam 6 kullanıcı online :: 0 Kayıtlı, 0 Gizli ve 6 Misafir :: 1 Arama motorları

Yok

Sitede bugüne kadar en çok 141 kişi Salı Ağus. 01, 2017 8:13 pm tarihinde online oldu.
Anket
Forum'u Nasıl Buldunuz
Çok Kötü
serhadoo Vote_lcap3%serhadoo Vote_rcap
 3% [ 1 ]
Kötü
serhadoo Vote_lcap0%serhadoo Vote_rcap
 0% [ 0 ]
İdare Eder
serhadoo Vote_lcap3%serhadoo Vote_rcap
 3% [ 1 ]
İyi
serhadoo Vote_lcap9%serhadoo Vote_rcap
 9% [ 3 ]
Çok İyi
serhadoo Vote_lcap86%serhadoo Vote_rcap
 86% [ 30 ]
Toplam Oylar : 35

 

 serhadoo

Aşağa gitmek 
YazarMesaj
denge_devrim
Moderatör
Moderatör
denge_devrim


Mesaj Sayısı : 303
Yaş : 35
Nerden : dünyadan
Kayıt tarihi : 15/05/08

serhadoo Empty
MesajKonu: serhadoo   serhadoo Icon_minitimePerş. Mayıs 22, 2008 2:00 am

LO DILO

Em ketin dest neyaran, lo dilo, lo dilo
Em man li bin diwaran, lo dilo lo lo
Em xistin nav zindanan, lo dilo lo dilo
Gelek kustin evaran, lo dilo, lo dilo
Ke me firot neyaran, lo dilo lo lo

Baran ser me dibari di demeki tari
roj hat pey ewr e, me di ronahi
gel rabuye ji bo tekosina rizgari
agir dan can, nikarin vemirinin ari
gel nesekini, em he ji liberxwedane
xwe bi hevra gredane bi hedefa jiyane
em siyarbuna bi siyarbuna serhildane
hildin seren xwe, hildin ala Kurdistane
ji mij u dumane roja welat diyar bu
ji kosa zindane deriye asti vebu
car parce hebun, em parce parce bun
le em e bibin yek bi soresa serxwebun
iro dema demike nu, duh ji bu dirok
roniya peseroj, bi wi awi qedi cirok
bila bi dil, bi can, azad bifire kevok
bi can, bi xwin, em tere ne ey serok

Em ketin dest neyaran, lo dilo, lo dilo
Em man li bin diwaran, lo dilo lo lo
Em xistin nav zindanan, lo dilo lo dilo
Gelek kustin evaran, lo dilo, lo dilo
Ke me firot neyaran, lo dilo lo lo

Ez ketim deste neyaran, bindestiya leskeran
min berdin ji desten wan yen bi xwina insanan
ke serefa xwe firot, ke ez firotim ji waran
ez xistim zindane nav car diwaran
eris he dewam dike heta me heqe xwe stand
naqede heta ko me zulma dijmin sikand
naqede, hevidariya me we nemirand
we em sewitandin me ji heyfa xwe hiland
u cek dan ser milan ji bo parastina gel
deste we da ye ko hun biguherin rupel
wan hestiren dayikan em bi xwe naxwazin bibinin
ne ye wan, ne ye me bira bibinin mirin
Kurdistan em bin deste we da nahelin
le baweriya me ye em bi hev ra weka bira biminin
em e tola xwe hilinin heta ew roj hat
yan mirin yan azadiya welat

Em ketin dest neyaran, lo dilo, lo dilo
Em man li bin diwaran, lo dilo lo lo
Em xistin nav zindanan, lo dilo lo dilo
Gelek kustin evaran, lo dilo, lo dilo
Ke me firot neyaran, lo dilo lo lo

Xewna jiyan

Bin tirejen roje yan bin barane
Em e siyar bibin ji xewna jiyane
Bin axa dinyaye yan bin ezmane
Em e siyar bibin ji xewna jiyane.

Jiyan ji xewna xwe siyar bu, ji cihe xwe rabu
cu dest u ruye xwe sust, bi kef u dilxwesi bu
rabu here xewna xwe bibine, jiyan ti bu
nive qedehe vala bu le je ra nivi tiji bu
jiyan ruhe xwe da ji bo xwe bigihene hedefe
berik belki vala bu le zengin bu bi serefe
serbilind bu, esqa jiyan ji her tisti zedetir bu
bar ji ciqa giran bu mil he je qawettir bu
bi caven te jiyan yek e, bi ye xwe yeki di ye
bi zehmeti rabu xwe gihande sere ciye
le hatin jiyan siyar kirin, siyar kirin ji xewna
xewn e jiyan, jiyan xewn e

Bin tirejen roje yan bin barane
Em e siyar bibin ji xewna jiyane
Bin axa dinyaye yan bin ezmane
Em e siyar bibin ji xewna jiyane.

Jiyan ji xewna xwe siyar bu, ji cihe xwe nerabu
direjkiri fikiri be ci standibu u ci dabu
bi bi hebu, ci nebu, be je ra ci mabu
ye bere pe re li vir bu cu winda bu ku
sere jiyan ne sax e, miriye ji dilbirinan
miriye ji beriya, negere li miften deriyan
diben ronahi ye u behr u ezman sin e
le behra kur u ezmane dur res u tari ye
res e weke caven jiyan, res e weke kezebe
be ditine u be femkirina sebebe
meleken mirine, jiyan siyar kirin ji xewne
xewn e jiyan, jiyan xewn e.

Bin tirejen roje yan bin barane
Em e siyar bibin ji xewna jiyane
Bin axa dinyaye yan bin ezmane
Em e siyar bibin ji xewna jiyane.

Xewn e jiyan, ere jiyan xewn e
me ji rastiye dur dike, me dikisine deverna
ci ferq e xewn u jiyan bi jiyana nava wan da
ferqa xewn u rasti weke tayeki zirav e
ko nebe xerabi wi wexti tuneye qenci
em nebinin tari, em nabinin ronahi
xwede jiyane dide u xwede jiyane dibe
wexta yek insan te, yeki di ji vir dice
ci iro sax bibe we sibe bi mirine biqede
te bi ci dest pekir, ci ji te te, dive tu xelas biki
wexta tu ji xewa xwe siyarbu u caven xwe vekir
posman nebe te ci kir, posman be te ci nekir
ko roja tu hat, tu ji xewna xewe disa siyar nabi
wexta keti nava du keviran, disa narabi
wexta lase te vala bu, wexta cane te diyar bu
wexta dile te sar bu, jiyan ji xewna xwe siyar bu.

Bin tirejen roje yan bin barane
Em e siyar bibin ji xewna jiyane
Bin axa dinyaye yan bin ezmane
Em e siyar bibin ji xewna jiyane.

EV CI YE?

Ez dibem hiphop bi kurdi, herkes sas diminin
diben cawa cedibe, pista stuye xwe dixwirinin
Ji dil cu dere min, derket ji deve min, xwe vala dikim
wexta fikir u hesten xwe ji we re diyar dikim
Ev kiye, ev ki ye, ez im Serhado
we yeqin nekir le cebu eyni wek min ji we re got
ev ci ye, ev ci ye, hiphopa heqiqi ye
Serhado ki ye, kuro lawo ev ci ye.
Ev e hiphop ye ez sani dikim ji we re
herikiye nav damara ji heste u cara
he ses sali bum min pantor ters li xwe kir,
bi cilen gelki ji min meztir min dest bi reqsa kir.
Dive em xwe peskes kin, nu u cuda bi hemu rengi
ji deverna derdikevin yen nebun beri hingi
nebu DTP, nebu Med TV wi wexti
Serhado, cara pesi, hiphop bi kurdi.

Ev ki ye, ev ki ye
ev ci ye, ev ci ye.
Ev ki ye, ev ki ye
ev ci ye, ev ci ye.

Sezde sali dest pekir, iro bist u dudo me
gelek tist qewimin le ez eyni Serhado me
bi van gotinen ji dile min u bi muzika ji can
xewna min bu rastiya min bi "Xewna Jiyan".
Ez ne ji bo te dibejim, na ez ji bo te nasekinim
ez dicim esq u nefret tif dikim ji bo rehet bim
min ji me re vekir deriye, mifte bi xwe re nebiriye
ji bo careki di nebejin ev ki ye u ev ci ye.
Dengek e millet dirake, denge bindestan
bi xaberen bi meane ditinen xwe didim dest wan
belki cara pesi ye le ev ne cara tali ye
yen vala vala ji heye, ew kare bekari ye
ere min ji te re got be ci armanca min e
ji bo fikren xwe vala kim u siyar kim rexistine
ji bo tu kelikek bifikiri dixwazim ci ji te re bejim
ev e hiphop, bi gotine sere te dihejinim.

Ev ki ye, ev ki ye
ev ci ye, ev ci ye.
Ev ki ye, ev ki ye
ev ci ye, ev ci ye.

GULEN GULISTANE

Em kec in
Kece kurdan in
Kulike sere lawan in
Bi hev re dirabin serhildane
Weke gulen gulistane.

Xuske delale, tu kulika male
rabe ji sikake u denge xwe rake
bi denge te ye zelal dinyaye siyar ke
ci ji te re bejin nexe dile xwe xem nake
nehele tu kes pel te bikin, sere xwe rake
nehele zulma me ser sere te dewam ke
ne hezkirin e ko yek bibine ci dane
iqridar e, ko ne bi xebera bi ledane
xuska'm azad be, xwe sist ke ji gredane
serbest rabe weka gulen gulistane
cane cane namese bi ve jiyane
kecen Kurdistane bi hev ra rabin serhildane.

Em kec in
Kece kurdan in
Kulike sere lawan in
Bi hev re dirabin serhildane
Weke gulen gulistane.

Ez fem nakim, hun cawa fem nakin
ez cawa bidim femkirin, em cawa dinye siyar kin
nabinin ya naxwazin bibinin, jin bindest in
ji bo kontrol e ji desten wa da derkeve ditirsin
ka ji dil ji min re beje, em e ci eunda kin
ko dayika te u xuska te seren xwe bilind kin
eyb e be em bi ci cavan li wan dinerin
kecen bava ne, xusken bira ne, belki ji bi mer in
dixwaze cawa ye te bibinim, ye min ji eyni binerin,
hez we dikin tene weka min newerin bejin
nesekinin, heqe xwe bistenin, bes bitirsin
zanibin hene birayen we ye deste we digirin.

Em kec in
Kece kurdan in
Kulike sere lawan in
Bi hev re dirabin serhildane
Weke gulen gulistane.

Bi rasti fehit dikim ji va hereketen zilama
ji dela fikir u hest, nefs dibake wana
ne cave xelke de ye, seref u namus dil de ye
ez ne melek im le na, ez ne weka we me
u ne nermin im, ji bo min esqa xwe sani da ye
xuska'm ci ibibe, ji bo te ez i li va me
tu zani ez naxwazim ko ez dile te bihelim
ji wulo qusira min ci be efukirine digerim
dive em caven xwe vekin u pel tu kesi nekin
dive em fem bikin u bilind bikin qimeta jin
dive kecen me serbest, zana u serbixwe bin
bi serhildana gulen gulistane bi hev re dirabin.

Em kec in
Kece kurdan in
Kulike sere lawan in
Bi hev re dirabin serhildane
Weke gulen gulistane.

DILAN


Cane cane were were meydane
kec u xortan rabin bigrin dilane
xwe bihejinin, bihejinin dinyaye
xwe ter bikin bi kef, kefa, jiyane
mala we ava, ka beje ki buk e ki zava
dawet kengi be, ser xere be, ser sera, ser cava
ser sere xwe dake susa miske ya ava cala
sahiya hevala dilxwesi ye, fikir maye vala
evar e, he maye, heta sibey em i va ne
heyde li tembure lexin, he ji bejin strana
hema hun ki bin herin xwe berdine meydana
hic deste hevdu neberdin, govend e, dilan e

Buke delale, hemu sekinine ji we ra
herne ruye we u ruye wi zavayi pe ra
herin bibne je ra, herin zera gredin pe va
kecke gunde me buhan e, werne werne seva
buna jin u mer, bi dil u can xwe giredan
gul vebun, ji bo pererojen wa redan
zurne he dileyize, li dehole le dan
bi xer hatin u ji her dera hatin mevan
isev seva dawete, bibine kefa milete
isev seva dilane, weka dibeje adete
bihejinin mila u linge xwe ji bavejin
ki zava ki zava, nave zave ji me re bejin

Dilan e, dilan e, bi ruh u dil u can e
mirisk u birinc u parikek nan e
dilan e, dilan e, bi ken u bi kef e
buk u zava dicin wunda dibin nav lihefe
deng bilind dibe, denge ko te ji salone
ava tuj diherike nave, diherike ji bidone
bira kef kefa cane nece, dilan e serxwes e
fikren derda ji bira cun, nuha dinya kefxwes e
ne tari, ne res e, isev ronahi
kece nece, bernede deste wi
em e hevdu bibinin, heta careke di
he dilan e, disa dora zurnaci


YADE

Tu hevde sali buy wexta ji welate xwe cuyi
hati Ewrupa sih u car salen te li wa dera diburi
tu ji biray xwe ji diya xwe ji welate xwe dur i
te xwe fer kir li dibistana jiyane fer buyi
bi fikre insane dura xwe ditine te cebun
deriye dinyaye u reya bas bi deste te vebun
li dibistana zaroka sixuli sal derbas bun
dil sixest wexta ape te u bave te ji dinyaye cun
tu berketi reng guheri weka xwe ji nemayi
kulen te kur bun ne bi tene dil u can tu esayi
nexwesi belav bu lase te hemuyi tu skayi
ji bo her se zaroken xwe disa hildayi.

Yade yade yade wek kulike rabe
Tu bi qimet i yade be te jiyan nabe
Negri negri yade wek kulike rabe
Tu bi qimet i yade be te jiyan nabe.

Tu dayika min ya delal e ji kure dayika xwe me
dibejin ez li te hatime dibejin ez ji weka te me
u ji bo em weka hev in sere me ji beli ne
nefsa me ne mezin e u nefret dile me da nine
behna te teng e ez ji bare milen te giran dikim
tu herro ji min ra dibeji le disa bi ya te nakim
hindik mabu ez bikevime reyeki xerab
wexta min xarabi kirin ruye te hat ber cav
yade ez zanim te bi wi awayi mezin nekir
tu sekini bu ki me re te em bi terbiye gihandin wir
te jiyana xwe dayi me nabe te tene spas bikim
dile te nahelim ez e te serbilind kim.

Yade yade yade wek kulike rabe
Tu bi qimet i yade be te jiyan nabe
Negri negri yade wek kulike rabe
Tu bi qimet i yade be te jiyan nabe.

Yade wa yade tu yi agire jiyane
yeke weka te yade tuneye li dinyaye
tu nerunist, li male, li derva tu bi xwe rabuyi
tu kurd i, tu jin i, u tu he ji serxwebuni
tu gelek cara keti le sere xwe disa rakir
te em perwerde kirin wexta bave me xebat kir
ez hertim sani nadim le ez qadre te zanim
ye tu iro ji min re diki ez sibe hic ji bira nakim
her tisti ji hevdu re dibejin tisteki naveserin
tene tu min nasdiki be te naxwazim li vir biminim
yade ji tere ci lazim be ez e herim ji tere binim
le heyate da nikarim qenciya te vegerinim
ev xwina te ye ye diherike nava lase min de
bi dayikek serbilind weka te ye min ji bilind e
dixwazim we bejim ez ji te hezdikim ev spasdari ye
dile min da dinivisine Rukiye

Yade yade yade wek kulike rabe
Tu bi qimet i yade be te jiyan nabe
Negri negri yade wek kulike rabe
Tu bi qimet i yade be te jiyan nabe.
Sayfa başına dön Aşağa gitmek
 
serhadoo
Sayfa başına dön 
1 sayfadaki 1 sayfası

Bu forumun müsaadesi var:Bu forumdaki mesajlara cevap veremezsiniz
HewaL RojéK Té :: Müzik :: Şarkı Sözleri :: Kürtçe Şarkı Sözleri-
Buraya geçin: